Swêd radyoya Kurdî digire COSMO Kurdî 09.02.2024 26:32 Min. Verfügbar bis 08.02.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Swêd radyoya Kurdî digire

Stand: 08.02.2024, 18:53 Uhr

Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek nîqaş jî bi xwe re anîn: Gelo paş biryarê Tirkî heye yan na? Îcar vê demsaziya biryarê li cem herkesî bû sedema pirsan. Gelekan digot, ma Swêd’ê têra xwe nedan Tirkiye’yê? Tedbîrên tassarûfê hincet in, teqez Tirkî li dû vê biryarê ye û hwd. Ji Swêd’ê Rojnameger Beşir Kavak bersivê dide.

Von Celil Kaya

Lorîn Berzencî, ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd'ê

Wekî dezgeheke giştî ya ragihandinê Radyoya Swêd’ê di 6’ê Sibatê ya 2001’ê de dest bi weşana Kurdî kiribû û ji hingî ve bi rêkûpêk berdewam dikir. Lê belê roja 31’ê meha yek radyoyê nûçeyeke nexweş ragihand: Ppiştî 23 salan Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî dabû. Sedem jî ew bû, ku Radyo diviya xerc û mesrefên xwe kêm bike û êdî pêdivî bi zimanê Kurdî nemaye.

Nûçeyê ne tenê guhdarê radyoyê lê herweha xebatkarên wê jî matmayî hiştin. Gerînendeyê beşa Kurdî Lorîn Berzencî dibêje, girtina beşa Kurdî wendahiyeke mezin e. Herkesê ku nûçe bihîst bêhemdî ev pirs hat bîra wan: Gelo ev daxwazeke din a Tirkî bû, ji bo erê kirina endametiya NATO’yê ya Swêd’ê...

Li Swêd'ê dora 100 hezar Kurd hene

Tê gûman kirin niha li Swêd’ê navbera 80 heta 100 hezar Kurd dijîn û pirraniya wan ji Bakurê Kurdistan’ê ne. Serê pêşî di salên 60’î de bêhtir Kurdên Anatolyaya Navîn wekî karker çûne Swêd’ê lê belê paşê ji ber darbeyên leşkerî di salên 70’î û 80’î de jî gelek Kurdên Bakur berê dane wî welatê Îskandinavya’yê. Herweha Kurdên Başûr û Rojhilat jî di salên 70’î, 80’î û 90’î de piştî komkujî û tadeyên mezin xwe avêtine bextê Swêd’ê.

Herçend ji ber suîqasta sala 1986’an a serokwezîrê wê demê Olof Palme, ku mabû stûyê Kurdan, îmaja Kurdên li wî welatî derebeke mezin xwar jî, Kurd li Swêd’ê wekî gelekî jêhatî û baş entegrebûyî tên dîtin. Civaka Kurdî herweha polîtîk e û xwe di bin bana çendîn rêxistin û dezgehan de xwe bi rêxistin kirine.

Beşir Kavak, ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd'ê

Tirkiye û endametiya NATO

Lê belê tengezariyên di navbera Swêd’ê û Kurdan de ev dora salekê di rojevê de ne. Anku cirkî Swêd’ê di Gulana 2022’an de serî endametiya NATO’yê dabû. Tirkiye jî endametî veto kiribû û hin daxwaz ji Stokholm’ê kiribûn. Tirkiye bi berdewamî daxwaz ji Swêd’ê dikir, ku zexta li ser rêxistinên Kurdan zêde bike û bi dehan kesan, ku li Swêd’ê ne, radestî Tirkiye’yê bike. Swêd’ê jî di vê rê de gelek gav avêtin, destûr û qanûna xwe guherandin û dest bi darizandin hin kesan kir, û hetta ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê jî rakir.

Herweha Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê pê razî bû, ku 40 firokeyên nû yên F-16 biforşe Tirkî û 80 firokeyên di destê Tirkî de jî nûjen bike. Çendîn endamên NATO’yê, ku piştî dagirkeriya Tirkiye’yê ya li Bakurê Sûrî ambargoya çekan danîbûn ser Tirkî, di domahiya sala buhurî de yeko yeko ew rakir. A dawî, Kanada’yê ragihand, ewê berhemên teknolojiya bilind, ku ji bo çêkirina drohnên Tirkî hewce ne, dîsa bifiroşe Tirkî. Hêjayî gotinê ye, ev drohn him Rojava û him jî Başûrê Kurdistan’ê û Şingal’ê bi rêkûpêkî bombebaran dikin.

Taliyê, Tirkiye’yê encax di dawiya meha buhurî de endametiya Swêd’ê erê kir.

Radyoya Swêd'ê beşa Kurdî betal dike

Heman hefteyê Radyoya Swêd’ê jî hin tedbîrên kêm kirina xerc û mesrefên xwe ragihand, ku di çarçoveya wan de sê redaksiyon tên girtin. Redkasiyona mayînde ya Kurdî û redaksiyonên demborî yên Rûsî û Tîgrînyayî. Herweha 180 kes jî ji kar tên derxistin.

Radyoya Swêd’ê plan dike, ku bi van tedbîran xercên xwe dora 20 milyon Euroyan kêmtir bike.