Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr COSMO Kurdî 12.07.2024 36:19 Min. Verfügbar bis 12.07.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr

Stand: 12.07.2024, 16:11 Uhr

Namzetê reformxwaz Pezişkiyan bû serokkomarê nû yê Îran’ê. Wî soz û wadên gelek tiştan da. Hin ji wan jî ne bi dilê rêberê dînî Xamaney in. Îcar Pezişkiyan ewê bikaribe çi reforman bike. Em vê pirsê ji Rojnameger Kakşar Oremar dipirsin.

Von Celil Kaya

Masoud Pezeshkian - Iranischer Präsidentschaftskandidat

Piştî  ku serokkomarê berê Reîsî di meha Gulanê de di encama qezayeke helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabû, Di 28’ê Hezîranê de li Îran’ê hilbijartinên ji bo serokkomarekî nû hatin li dar xistin. Şemiya buhurî jî di encama tûra duyem de namzetê reformxwaz Mesûd Pezişkiyan li hember namzetê muhafazakar û tundrewan Seid Celili bi ser ket û bû 9’emîn serokkomarê Komara Îslamî.

Hilbijartina Pezişkiyan gelek dengveda. Herî zêde jî li derveyî welêt. Ji ber ku wisa xuya ye xelkê Îran’ê pir hêviyên wan ji serokkomarê nû nîne ji ber ku rêjeya beşdarbûna di hilbijartinan de di asteke dîrokî de kêm bû, di tûra yekem de ji sedî 40, di tûra duyem de encax ji sedî 50.

Lê belê gotar û zimanê nermtir ên Pezişkiyan ên beranber cîhana Rojava û wadên wî yên siyasete nerm a derve, hêvî dide gelekan ku di warê dîplomatîk de vekirineke digel Îran’ê hebe. Qet nebe Pezişkiyan ewê wekî Reîsî zimanekî şerût bi kar neyne. Herçend Pezişkiyan ji niha de piştgiriya Îran’ê ya ji bo Hamas’ê pişrast kir û got ewê heta ku Quds azad be berdewam pişta gelê Filistin’ê bigirin.

Massud Peseschkian in der Mitte seiner Anhänger

Serokkomarê nû Pezişkiyan li Mahabad’ê hatiye dinyayê. Tê gotin diya wî Kurd e û bavê wî Azerî ye. Camêr wekî paşnavê xwe bijîşk e, neştergerê dil. Di warê siyasetê de jî ji baskê xwedêgiravî reformxwazan e. Wî di navbera 2001 û 2005’an de anku di dema serokkomariya reformxwazekî din Xatemî de wezîrê tendurustiyê bû. Ji sala 2008’an û vir ve jî parlamenterê Tebrîz'ê bû di Meclîsa Îran’ê de.

Wî kampanyaya hilbijartinê de gel soz û wad dan. Pezişkiyan rexne li polîsa îrşad girt, ku bi awayekî hişk hijaba îslamî li ser jinan ferz dike. Wî negot ew dixwaze hijaba îcbarî rabe lê belê got nabe ku ji ber vê yekê tade li jinan were kirin. Wî herweha behsa mafên kêmneteweyên li Îran’ê jî kir.

Pezişkiyan di warê aboriyê de jî baskê tundrewan berpirsiyar girt û got aborîya welêt ji ber cezayên navnetewî derbeke mezin xwariye û berpirsiyara wê jî siyaseta tundrew a Îran’ê ye. Anku çima Îran’ê xwe nêzî Çîn û Rûsya’yê kiriye. Lewma wî soz da ku têkiliyên xwe yên digel welatên rojavayî baştir bike û muzakereyên bernameya navokî jî careke din vejîne.

Wekî din sozên wî yê ji bo pêşxistina sîstema tendurustiyê û kêmkirina xercên tedawiyê û baştirkirina derfetên perwerdehiyê jî dan. Herweha sistkirina sansurê ya ser înternetê jî di nav waadên wî de bûn.

Îcar nayê zanîn ka Pezişkiyan ewê çiqas karibe wan soz û waadên xwe bi cih bîne. Ji ber ku sîstema Îran’ê selahiyet û destûrmendiyeke hema hema mutlaq dide serokê olî Ayetullah Xamaney û bêyî rizamendiya wî guhertinek ne pêkan e. Hevdem Hêzên Quds’ê, ku di bin Artêşa Pasdaran a Komara Îslamî de, ji ber xebat û çalakiyên Îran’ê yên li Rojhilatê Navîn berpirsiyar e, ew jî rasterast girêdayî Xamaney in. Anku bêyî Xamaney siyaseta Îran’ê ya li Lubnan, Xezze, Yemen, Sûrî yan Iraq’ê nikare biguhere.

Jixwe ji gotarên Pezişkiyan diyar dibe ku ew bi rejîma Komara Îslamî dilsoz e û nayê payîn ku derkeve hemberî Xamaney. Ji xwe gelek çavdêr dibêjin, Konseya Parastina Destûra Bingehîn, ku biryarê dide ka kî dikare di hiilbijartinan de bibe namzet, ji qesta hiştiye ku Pezişkiyan bikeve hilbijartinê daku rêjeya beşdarbûnê bilind be. Ev yek ji bo meşrûiyeta li cîhanê pîvaneke girîng e. Û tê gotin, di tûra duyem de rêje dora ji sedî 10 zêdetir bû, ew jî ji bo wê yekê bû ku bi tenê daku Celîlî neyê hilbijartin, kesên ku berê neçûbûn ser sindoqan biryar dane deng bidin.