Pêvajoya çareseriyê û qeyyûm COSMO Kurdî 04.04.2025 36:42 Min. Verfügbar bis 04.04.2030 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Pêvajoya Çareseriyê û Qeyyûm

Stand: 04.04.2025, 18:50 Uhr

Şaredarê Stenbol’ê Ekrem İmamoğlu ji ber sûcên terorê û gendeliyê hat girtin. Vê yekê digel xwe xwepêşandanên girseyî û çalakiyên boykotê jî anîn, ku bersiva polîsan dijwar bû. Gelo AKP niha çima biryarên weha dide û dest datîne ser şaredariyên CHP’ê? Mebest sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye? Rojnameger İrfan Aktan şîrove dike.

Von Celil Kaya

Polizei feuert während einer Demonstration Tränengas ab, nachdem der Bürgermeister von Istanbul, Imamoglu, festgenommen und inhaftiert wurde, 25.03.2025. | Bildquelle: picture alliance/dpa/AP/Khalil Hamra

Kronolojiya xwepêşandanên Stenbol'ê

Zanîngeha Stenbol’ê roja 18’ê Adarê dîplomaya İmamoğlu, ku wî 31 sal berê stendibû ji nişkan ve betal kir. Ew jî çar roj beriya wê hat, ku İmamoğlu dikir namzetiya xwe ya serokkomariyê aşkere bikira. Û hêjayî gotinê ye, li gor madeya 101 a destûra Tirkiye’yê, serokkomar divê derçûyê zanîngehê be. Anku bi vê biryarê re, rê li pêşiya namzetiya İmamoğlu hat girtin, ku camêr wekî reqîbê herî xurt ê Erdoğan dihat dîtin.

Roja din anku di 19’ê mehê de tevî İmamoğlu dora 100 kesên din ên ji şaredariyên CHP’yî yên Beylikdüzü û Şişli’yê û muteahhîdên ku digel wan kar dikirin, bi hinceta teror û gendeliyê hatin girtin. Mesela terorê jî ew bû, ku di dema hilbijartinê herêmî de CHP’yê li hin navçeyên Stenbol’ê digel DEM Partiyê hevkarî kiribû. Anku li van navçeyan DEM Partiyê namzet dernexistibûn û CHP’ê jî di lîsteyên xwe yên encûmeniyê de cih dabûn namzetên DEM partiyê û hin endamên DEM’ê jî wekî cîgirê şaredar hatibûn tayîn kirin. Ev yek jî di çavê hikûmetê de sûcê terorê bû.

Herçend heman rojê Walitiya Stenbol’ê ji bo çar rojan hemû xwepêşandan û meş qedexe kirin û hikûmetê jî înternet asê kir jî xelk derketin kolanan û bi taybetî li Saraçhaneya Stenbol’ê xwepêşandanan dest pê kir, ku heta 25’ê berdewam kirin. Di encama mudaxaleya polîsan de gelek kes hatin girtin.

Istanbuls Bürgermeister Ekrem İmamoğlu | Bildquelle: Emrah Gurel/AP/dpa

İmamoğlu piştî lêpirsîna çar rojan di 23’ê Adarê de derket pêşiya dadgehê û hat destgîr kirin û ew şandin girtîgehê. Di heman dosyeyê de 47 kesên din jî hatin destgîr kirin û 41 kesên din jî bi kontrola edlî serbest hatin berdan. Heman rojê Wezareta Navxweyî tevî İmamoğlu şaredarên navçeyên Beylikdüzü û Şişli’yê jî ji karên xwe hatin dûr xistin. Hevdem Wezaretê qeyyûmek jî avêt şer şaredariya Şişli’yê.

Heman rojê CHP’ê ji bo namzetiya İmamoğlu li seranserî welêt sindoq danîn û di encamê de 15 milyon û nîv deng ji bo İmamoğlu derketin. CHP’ê herweha banga boykot kirina hin dezgehên medyayê û şirketên nêzî hikûmetê kir, ku di nav wan de kanalên wekî TRT, NTV, CNN Türk û şîrketên wekî DBL Entertainment, EspressoLab û D&R jî hebûn.

Roja 25’ê Adarê CHP’ê dawî li xwepêşandanên xwe yên li Saraçhane’yê anî û roja din Meclîsa Bajarê Mezin ê Stenbolê endamekî CHP’yî wekî cîgirê şaredar hilbijart.

Roja 29’ê mehê îcar zêdeyî 2 milyon kes li Maltepe’yê kom bûn û serokê CHP’ê Özgür Özel banga berrifehkirina boykotan kir. Rojên din li ser torên civakî jî banga boykotê hat kirin û çendîn hunermend û listîkvanên rêzefilman jî piştgirî dan vê bangê.

Îro 4’ê Nîsanê ye û İmamoğlu hîna jî di girtîgehê de ye û heta niha 2 hezar kes ji ber ku di xwepêşandanan de beşdar bûne yan piştgiRi dane boykotan hatin binaçv kirin, ku di nav wan de zêdetirî 300 xwendekar jî hene.

Demonstranten schwenken Fahnen während einer CHP-Kundgebung gegen die Verhaftung von Ekrem İmamoğlu | Bildquelle: dpa/Francisco Seco

Girtina Şaredarê Esenyurt’ê Ahmet Özer

Beriya van bûyeran, hîna di dawiya meha Cotmehê de şaredarê Esenyurt’ê Prof. Dr. Ahmet Özer ê CHP’yî bi sûdcariya endametiya rêxistineke terorîst hatibû girtin. Hinceta van tohmetan jî ew bû, ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de CHP û DEM partiyê hevkarî kiribûn û li ser namzetan li hev kiribûn. Paşê bi lezgînî cîgirê Waliyê Stenbol’ê Can Aksoy wekî qeyyûm avêtibûn ser şaredariya Esenyurtê. Di encamê de Ahmet Özer ji ber tohmetên gendeliyê hatibû destgîr kirin û ew şandibûn girtîgehê.

Esenyurt mezintirîn navçeya Tirkiye’yê ye, ku ji  gelheya wê ji heft bajarên mezin û ji 57 bajaran mezintir e. Û hejmareke gelek mezin Kurd jî li vê navçeyê dijîn. Civaknas Ahmet Özer bi xwe xelkê Wan’ê ye anku Kurd e û di encama li hevkirina CHP û DEM partiyê de bi ferqeke mezin hatibû hilbijartin.

Hevdem, Di 17’ê Çileyê de ji ber tohmetên gendeliyê şaredarê navçeya Beşiktaş’ê Rıza Akpolat jî hat destgîr kirin. Endamekî din ê meclîsaa şaredariyê wekî cîgirê wî hat hilbijartin.

Meseleya Qeyyûman

Ji sala 2016’an û vir ve, wezareta navxweyî qeyyûm avêtin ser zêdeyî 150 şaredariyan, ku pirraniya wan bajar û bajarokên Kurdan in. Lê belê dîroka qeyyûmên ser şaredariyan digihîje heta darbeya leşkerî ya 1980’ê. Dadgeha Destûrî di 1988'an de bingeha qanûnê ya qeyyûman betal kiribû.

Lê belê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ya sala 2016’an anku salek piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya wê demê, Qerarnameyeke di hukmê qanûnê de hat derxistin û di madeya 127 a destûrê de guhertinek hat kirin. Ev made rêveberiyên herêmî bi rêxistin dike û dihêle, wekî tedbîrek şaredarek ji karê xwe were dûr xistin. Lê belê made diyar nake, ka kî dikare bikeve di şûna wî şaredarî de.

Paşê di qanûna şaredariyan de jî guhertinek hat kirin. Li gor madeya 5 a vê qanûna nû, heger iaredarek ji ber sûcên girêdayî terorê ji kar were dûr xistin, îcar Wezareta Navxweyî dikare qeymeqam yan Waliyekî wekî qeyyûm biavêje ser wan şaredariyan.

Gelek huqûqnasên destûrê û Yekitiya Baroyên Tirkiye’yê jî rexne li vê yekê digire, ku bi tayînkirina qeymeqam yan waliyan a wekî qeyûman, îradeya hilbijartinê ya gel tê paşguh kirin û di şûna wan de divê endameke meclîsa şaredariyê, ku bi hilbijartinan hatiye ser kar, wekî qeyyûm were tayîn kirin.

Studenten nehmen an einer Demonstration teil, Istanbul, Türkei, 24.03.2025. | Bildquelle: picture alliance/dpa/AP/ Huseyin Aldemir

Mexdûrên Pêşîn şaredariyên Kurdan bûn

Mexdûrên pêşîn ên qeyyûman şaredariyên DBP’yî bûn. DBP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de 102 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê 2016’ân de Wezareta Navxweyî qeyyûm avêt ser 95 şaredariyan, ku di nav wan de 3 bajarên mezin, 7 bajar, 62 navçe û 23 belde hebûn.

Di hilbijartinên 2019’an de HDP’ê 65 şaredarî bi dest xistibûn, ku ser 48 ji wan qeyyûm hat avêtin. Di nav wan de jî 3 bajarên mezin û 5 bajar hebûn.

DEM partiyê di hilbijartinê 31’ê Adarê ya sala 2024’an de 78 şaredarî bi dest xistibûn. Di sala 2024’an de Wezaretê qeyyûm avêtin ser 6 û di sala 2025’an de jî ser şaredariyên DEM Partiyê.

Hevdem, ji sala 2024’an û vir ve Qezaretê qeyyûm avêr ser 4 şaredariyên CHP’yî, ku bi piştgiriya DEM’ê partiyê hatibûn qezenc kiribûn.