Newroz / Hefteya Navneteweyî ya Dijî Nijadperestiyê COSMO Kurdî 21.03.2025 30:10 Min. Verfügbar bis 21.03.2030 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Newroz Pîroz be

Stand: 21.03.2025, 16:31 Uhr

Em di vê podcastê de Newroz û Hefteya Navneteweyî ya li Dijî Nîjadperestiyê dikin mijar. Di navbera 17-30'ê Adarê de li gelek cihên Almanya’yê çalakî tên lidarxistin.

Von Kamil Basergan

Tausende feiern Newroz an der Deutzer Werft | Bildquelle: WDR / Palik

Em di vê podcastê de em ê behsa Newrozê û Hefteya Navneteweyî ya li Dijî Nîjadperestiyê bikin ku dirûşma wê ya îsal “Parastina rûmeta mirovahiyê” ye. Di navbera 17-30'ê Adarê de li gelek bajar û bajarokên Almanya’yê çalakî û şahî tên lidarxistin.

Em bi aktîvîsta mafên jinan Nahia Khoshkelam re li ser cejna Newrozê ya 21’ê Adarê dipeyivin, ku di heman demê de Roja Cîhanî ya Têkoşîna Nijadperestiyê ye û girêdana wê ya bi mafên mirovan re dipirsin.

Teilnehmer Newroz in Diyarbakir | Bildquelle: dpa

Her wiha em di studyoyê de bi pispora zanistên siyasî Dr. bi Dastan Jasim re li ser Hefteya Navneteweyî ya Dijî Nijadperestiyê diaxivin.

Daxuyaniya yek ji damezrîner û serokê Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li Dijî Nîjadperestiya Kurd Civan Akbulut û rapirsiyek di derbarê Hefteya Navneteweyî ya li Dijî Nîjadperestiyê jî de ewê beşek ji vê podcastê bin.