Ji Öcalan banga çekberdanê. COSMO Kurdî . 07.03.2025. 37:30 Min.. Verfügbar bis 07.03.2030. COSMO.
ROJEV
Ji Öcalan banga çekdanînê
Stand: 07.03.2025, 15:34 Uhr
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji dewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Bangawazî li seranserî cihanê deng veda. Gelek nîqaş jî bi xwe re anîn, wekî mînak, ka banga ji bo YPG/YPJ jî derbas dibe yan na. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zübeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin.
Von Celil Kaya

Siyasetmedarên DEM partiyê Ahmet Türk û Pervin Buldan di 27’ê Sibatê de di civîneke çapemeniyê de banga Abdullah Öcalan a ji bo PKK’ê him bi Kurdî û him jî bi Tirkî xwend. Banga Öcalan piştî çendîn mehên çûnûhatinê ya girava Îmraliyê û hevdîtinên digel rayedarên Tirk hat. Öcalan di banga xwe de şert û mercên ku PKK tê de hatibû damezirandin, pêvajoya têkoşîna çekdarî û herweha guhertinên him herêmî û him jî cîhanî rave kirin. Öcalan di taliyê de xwest, ku PKK kongreya xwe kom bike û biyara danîna çekan bide û xwe fesih bike.
Di destpêkê de dihat payîn, ku Öcalan banga xwe bixwe bixwîne û vîdeoya wê were weşandin. Lê belê weha xuya ye, herçend vîdeoya banga Öcalan hatiye kişandin jî vîdeo nehat belav kirin. Herweha peyama ku Sirri Sürreyya Önder lê zêdekiribû, di peyama orjînal de jî heye. Önder got, Öcalan gotiye, ku danîna çekan û belavkirina PKK’ê bi naskirina siyaseta demokratîk û herweha bingehên huqûqî ve girêdayî ne. Anku Öcalan banga xwe bi şertekê girêdabû û banga wî ne tenê ji bo PKK’ê lê herweha ji bo dewletê jî bû.
Banga Öcalan li seranserî cihanê dengveda. Ji gelek aliyan peyamên erênî hatin, ku tê de peyama Neteweyên Yekgirtî jî hebû. Di daxuyaniyê hat gotin, ku sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî vê bangê silav dike û ev gav çrûskeke hêviyê ye ji bo çareseriya pevçûneke demdirêj.

PKK'ê agirbesteke yekalî ragihand
Du roj piştî vê daxuyaniyê îcar PKK’ê bersiva banga Öcalan da. Di 1’ê Adarê de konseya rêvebir a PKK’ê ragihand, ku ewê bi ya banga Öcalan bikin û bi vê mebestê ew agirbesteke yekalî radigihînin. Di daxuyaniyê de herweha hat binxêz kirin, ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê zemînên siyasî û huqûqî hebin û encax Öcalan dikare bi awayekî pratîk pêşengiya vê pêvajoyê bike.
Lê belê dora sê hefte beriya wê Stêrk TV, ku nêzî PKK’ê ye, hevpeyvîneke digel endamê konseya rêvebir a PKK’ê Murat Karayilan weşandibû. Karayilan di derbarê pêvajoyê de digot, Bahçeli temsîla dewleta Tirk dike, qet nebe baskekî wê. Karayilan herweha digot, AKP di helwesta xwe de ne zelal e û divê Öcalan bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigire û pêşengiyê bike. Endamê konseya rêvebir Karayilan hin şert û mercên berbiçav ên partiya xwe jî rêz kirin: Öcalan ji tecrîdê derkeve, agirbesteke dualî, bikaranîna zimanê aştiyê û amadekirina zemîneke siyasî û huqûqî.
Kiryarên AKP'ê cihê nîgeraniyê ne
Hevdem, banga Öcalan ev demek e, ku di rojeva Tirkiye’yê de jî artêşa Tirk operasyonên li dij PKK’ê ranewestandin û şer û pevçûn hîna jî berdewam dikin. Herweha Tirkiye bi berdewamî êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê dike. Ji aliyê din de, hikûmeta AKP’ê heta niha qeyyûm avêtin ser 8 şarediyên di destê DEM partiyê de û çendîn hev-şaredar hatin girtin. Çend şaredariyên CHP’ê, ku bi piştgiriya dengên DEM partiyê hatibûn qezenc kirin, li ser wan jî qeyyûm hatin avêtin. Li dij endamên Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê operasyonên nû hatin meşandin. Ev yek jî dibe sedema fikaran, ka dewlet di nav xwe de ne zelal e yan jî hikûmeta AKP’ê hesabên din dike.
Bang ji bo YPG/YPJ yan PJAK derbas nabe
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Abdî di daxuyaniyeke got, bang ji bo PKK’ê ye û ji bo hêzên wan derbas nabe. Ji PYD’ê Salih Muslîm jî di hevpeyîna xwe ya digel ANF’ê de vê yekê piştrast dike û û lê zêde dike: Pêvajoyeke serkeftî ya li Tirkiye’yê ewê karîgeriyeke erênî tenê li ser Rojava lê li ser hemû parçeyên Kurdistan’ê bike.