HTŞ li Sûrî pêş ve diçe. COSMO Kurdî . 06.12.2024. 29:02 Min.. Verfügbar bis 06.12.2029. COSMO.
ROJEV
HTŞ li Sûrî pêş ve diçe
Stand: 06.12.2024, 16:33 Uhr
Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên Îslamî yên ser bi Tirkiye'yê êrîşî herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin.
Von Kamil Basergan

Ji 27’ê Mijdara 2024’an ve, Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên hevalbendên wê dest bi êrîşeke nişka ve li dijî Helebê kirin û roja înê ragihandin ku wan tevahiya bajêr kontrol kirine. Paşê HTŞ’ê bajarê Hama jî bi dest xist û bere xwe da bajarê Humus’ê. Hevdem komên çekdar ên ser bi Tirkiye’yê jî dest bi êrîşên ser herêmên di destê Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (HSD) kir.

Di 1’ê Kanûna 2024’an de Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ya Rêxistina Rizgariya Sûriyê peyamek ji HSD re şand. Di peyamê de hat gotin ku ew li dijî rejîma Beşar Esed şer dikin û komên çekdar ên Îranê ji bajar û gundên wan derdixin.
Ji bilî hin zanyariyan derbarê sedemên van êrîşan û rola welatên navçeyî û derve em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin.