Live hören
Jetzt läuft: Yamore von MoBlack feat. Cesária Evora, Franc Fala and Salif Keita Benja (NL)

Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e COSMO Kurdî 07.02.2025 41:09 Min. Verfügbar bis 07.02.2030 COSMO


Download Podcast

ROJEV

23'ê Sibatê: Hilbijartinên Pêşwext

Stand: 07.02.2025, 16:00 Uhr

Di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Em jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan dipeyivin.

Von Celil Kaya

Vedat Akter, namzetê partiya Çep

Seroka Parlamentoya Federal Bundestag, Bärbel Bas di 16’ê Kanûnê de encamên dengdana pêbawerbûnê ya ji bo hikûmeta koalîsyonê anku Lempeya Trafîkê ragihandin. Bas, ku bi xwe ji SPD’ê ye, got: „Hikûmetê nikaribû 367 dengên hewce werbigire. Û bi vî awayî dawî li rûniştina îro û herweha li Lempa Trafîkê hat.“ Di encama dengdanê de hikûmetê bi tenê 207 dengên pêbaweriyê stendin lê 394 deng jî li dij hikûmetê derketin. Herweha 116 parlamenteran dengê dudiliyê dan û 16 endam jî di dengdanê de beşdar nebûn.

Serokkomar Steinmeier Parlamento belav kir

11 roj piştî vê dengdanê, ku di encamê de hikûmeta koalisyonê şikeste xwar, di 27’ê Kanûnê de serokkomarê Almanya’yê Frank-Walter Steinmeier li Berlîn’ê, li Qesra Bellevue biryara xwe ya hilbijartinên pêşwext ragihand. Serokkomar Steinmeier got wî ev biryar girtiye piştî ku bi partiyên koalîsyonê lê herweha bi partiyên din ên parlamentoyê şêwiriye. Û ew bawer dike, ji ber ku partî nikare pirraniya hewce bi dest bixe, da ku hikûmeteke nû ava bike, hilbijartinên pêşwext baştirîn rê ye ji bo Almanya’yê.

Êrîşa Aschaffenburg’ê

Di 22’ê Çile de li Aschaffenburg’ê êrîşeke hovpêk hat. Xortekî 28 salî li parkekê nav bajêr êrîşî zarokan kir û dudu ji wan bi kêran kuştin û 3 kesên din jî birîndar kirin. Kesê ku êrîş pêk anî, afxaniyek bû, ku serlêdana wî ya penaberiyê hatibû red kirin û di heqê wî de biryara dersînorkirinê hatibû dayîn. Qurbaniyên êrîşê jî kurikekî 2 salî yê Marokkoyî û keçikeke du salî ya Sûrî…

Lê belê kampanyayên hilbijartinê ketin bin siya êrîşa bi kêran a Aschaffenburg’ê û meseleya koçber û penaberan ket beriya mijarên aborî, xizanî û meseleyên civakî. Û vê carê AfD tenê nebû. Serokê CDU Friedrich Merz pêşniyarek kir û piştgiriya AfD’ê û bi vî awayî tofana nîqaşan rakir…

Pêşniyara Merz, a ku tofan rakir

Hefteyek piştî vê êrîşê serokê CDU Friedrich Merz banga dijwartirkirina siyaseta koçberiyê kir û tevî CSU 2 pêşniyar anîn rojeva Parlamentoya Federal. Pêşniyara yekem ji 5 madeyan pêk dihat:

- Kontrolên ser sînorên Almanya’yê mayînde bin.

- Herkesekî ku bi awayekî qeçax hatibe Almanya’yê ewê werin vegerandin, ew kes jî tê de, ku dixwazin li Almanya’yê serî li penaberiyê bidin.

- Kesên ku serlêdana wan a penaberiyê hatine red kirin yan kesên ku di derbarê wan de biryara dersînor kirinê hatine dayî, yekser werin destgîr kirin. Lewma divê eyalet cihên girtîgehê bi awayekî berbiçav zêde bikin. Herweha hejmara dersînor kirin û vegerandinan were zêde kirin. Di pêşniyarê tê gotin: Divê dersînor kirin rojane werin kirin.

- Dersînorkirin karê eyaletan e. Lê pêşniyar dibêje, hikûmeta federal divê di vî warî de piştgirî bide eyaletan û navendên dersînorkirinê ava bike.

- Kesên ku divê werin dersînor kirin, heger sûcek kiribin yan jî xeterek hebe, ku sûcekî bikin, ew kes dikarin ji bo maweyeke bê sînor di girtîgehê de werin girtin.

Pêşniyara duyemîn, ku tê de 27 xal hene, jî dibêje, ji bo lêkolîn û lêpirsînan bêhtir selahiyetê bidin dezgehên ewlekariyê, divê di navbera dezgehên ewlekariyê de bêhtir danûstandinên îstîxbaratî çêbin û cezayên girantir bidin ji ber êrîşên dij polîs û hêzên hewarçûnê.

Friedrich Merz (R) und Armin Laschet (L)

Pêşniyar hat qebûl kirin, lê …

Pêşniyar da ku wekî pêşnûmeya qanûnê were pejirandin û di Parlamentoyê de dengdanek çêbibe 348 deng hewce bûn. Di dengdanê de 187 endamên CDU/CSU, 80 endamên FDP’ê, 6 endamên bê fraksiyon dengê erê dan. Lê tiştê sosret ew bû, ku AfD’ê jî bi 80 dengan piştgirî da vê pêşniyarê.

Piştî dengdanê serokê CDU Merz wî ji bo piştgiriya AfD’ê got, kesên şaş ji bo tiştekî rast deng dane. Merz got, ew naxwazin bi AfD’ê re hevkariyê bikin û wan ji bo pirraniyê bi dest bixin AfD’ê hilnabijêrin. Lê ew dixwaze ji bo Almanya’yê tiştekî baş bike.

Ji bo piştgiriya AfD ya ji bo pêşniyarê seroka wê partiyê Alice Weidel got. Canikê got, wan destê piştgiriyê dirêjî CDU kirine û divê CDU bi wî destî bigire, da ku ji bo gelê welatê me siyasetê bikin. Namzetê serokwezaretê yê partiya Keskan Robert Habeck jî li hember vê hevkariyê nerazîbûna xwe anî ziman.

Habeck got, helbet ew jî dixwaze ewlekariya li Almanya’yê were xurt kirin û him jî ji dil û can lê CDU ji bo kampanyaya hilbijartinê destûra bingehîn paşguh dike. Û hêjayî gotinê ye, AfD ji aliyê Dezgeha Parastina Destûrê Verfassungsschutz ve wekî partiyeke bi şik û gûman tê pênase kirin.

Pêşnûme qanûn di 31’ê Kanûnê de hat pêşiya Bundestag!ê û beriya dengdanê dîsa nîqaşên germ hatin kirin. Namzetê serweziriyê SPD’ê Olaf Scholz gotinên Merz anîn bîra wî, ku digot ew digel AfD’ê hevkariyê naxwazin. Scholz got, „Em di parlamentoya xwe de digel rastgirên tundrew hevkarî nakin. Merz beriya sê hefteyan li ser televîzyonê gotibû CDU ewê bi hevkariya AfD‘ê ruhê xwe nefiroşe. Lê îcar maneya wan gotinan çi ye?“

Serokê CDU Merz dîsa jî xwedî li pêşnûnmeya qanûnê û piştgiriya ji AfD‘ê derket. Wî herweha got, „AfD’yiyên ku çepikan li vê pêşniyarê dixin û kêfxeş in, cihê tehammulê nîne lê belê em nikarin bêyî ku tiştekî bikin lê temaşe bikin, çawa mirovên li welatê me, gef li wan tê xwarin, ew kes tên birîndar kirin û kuştin.“

Seroka AfD’ê Alice Weidel herçend piştgirî da pêşniyara CDU jî, rexne li Merz girt. Wê got, „Ew 5 madeyên ku CDU pêşniyar dike, we ji me kopya kirine û eyaletên ku CDU ser hukm e, li wan deran hejmara dersînorkirinan bi qasî eyaletên ku SPD hikûmet e xerab e, hetta ji wan xerabtir e jî.“

Pêşnûme Qanûn tevî piştgiriya AfD’ê jî hat red kirin

Piştî wan nîqaşan dor hat dengdanê: Seroka rûniştê encam weha ragihandin: „Dengdana ji bo pêşnûmeqanûna CDU/CSU ji bo pêşî lê girtina herikîna kesên îllegal a Almanya’yê bi dawî bû û pêşnûme hat red kirin.“ Hêjayî gotinê ye, heta serokwezîra berê Angela Merkel, ku ew jî ji CDU bû, dibêje, helwesta Merz xelet bû: Merkelê got, di meha Mijdarê de Merz gotibû ewê ji bo xatirê pirraniya li Parlamentoyê rewşê suîstîmal neke. „Lê belê niha ji gotina xwe qeriya û ez wê yekê wekî şaşiyekê dibînim.“ got Merkel’ê.

Herçend pêşniyar hat red kirin jî, dengvedanên wê hîna jî didomin û koçberî û penaber ewê berdewam bibin mijara nîqaşan, ne tenê heta 23’ê Sibatê lê jê wêdetir jî.

Almaya welatekî koçberan e

Li gor daneyên Daîreya Federal a Amaran ji her sê kesan yek xwedî paşxaneya koçberiyê ye. Di daneyan de koçber bi du awayî tên pênasekirin. Yek ji wan kesên xwedî serpêhatiya koçberiyê ne. Anku kesên ku li derveyî Almanya’yê ji dayîk bûne û yan ew bixwe yan jî tevî malbata xwe wekî koçber hatine Almanya’yê. Kesên xwedî paşxaneya koçberiyê, ew kes in ku ji koçberan çêbûne. Anku kesek, ku bi xwe yan dêûbavê wî herî kêm yek ji wan di dema ji dayîkbûnê de hevwelatiyeke wan a Alman nebû.

Li gor serjimariya sala 2023’an li Almanya’yê dora 25 milyon kesên bi paşxaneya koçberiyê dijîn. Ev jî beranberî dora ji sedî 30’ê tevahiya gelheya li Almanya’yê ye. Ev rêje di nav zarok û ciwanan de, anku kesên di bin 20 salî de ji sedî 42 ye. Amar nîşan didin, ji wan 25 milyon kesan:

- Zêdeyî 12 û nîv milyon hevwelatiyê Alman in.

- Dora 13 milyon kes xwedî hevwelatiyekî biyanî ne.

-Zêdeyî 16 û nîv milyon kes xwedî tecrûbeya koçberiyê ne, anku li derveyî Almanya’yê ji dayîk bûne û paşê koçî Almanya’yê kirine.