Hilbijartinên 21’emîn serdema Bundestagê yên Almanyayê di 23’ê Sibatê de tên li dar xistin. Di hilbijartinên federal de, partiyan mijara koçberiyê kirin mijara navendî û hemû partiyan - Demokrat û çep û her weha rastgirên tund - soza tundkirina tedbîrên li dijî koçberiyê dan.
Em jî vê heftê bi Vaniessa Reşîd re, rêvebira beşa Têkoşîna Dijî Tundrewiyê û berpirsiyara Entegrasyonê ya Bajarê München'ê re dipeyivin, ka kampanya çawa dimeşin û ji encamên hilbijartinê çi tên hêvî kirin. Her wiha hin agahiyên li ser hilbijartinên 23ê Sibatê jî beşek ji vê podcastê ne.