Bandora Encama Hilbijartina 2025. COSMO Kurdî . 28.02.2025. 27:52 Min.. Verfügbar bis 28.02.2030. COSMO.
ROJEV
Hilbijartinên 2025: Hikûmeta Nû
Stand: 28.02.2025, 16:00 Uhr
Di 23'ê Sibatê de hilbijartinên federal hatin li dar xistin. CDU/CSU partiya yekem derçû lê belê ji bo hikûmetê divê koalîsyonê bike.
Von Kamil Basergan

Hilbijartinên serdema 21’mîn ên parlamentoya federal Bundestag di 23ê Sibatê de hatin lidarxistin. Li gorî encamên dawî, hevpeymaniya Yekîtiya Xirîstiyanan CDU/CSU %28.52 ji dengan bi dest xist. Şêwirmendê nû yê Almanyayê, Friedrich Merz divê ji xwe re hevparekê bibine, da ku hikûmeta nû ava bike.
Partiya rastgir a dij koçberan Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD) bû duyemîn û hetta a li rojhilatê Almanyayê bû hêza herî xurt. Partiya Lîberalan (FDP) û Hevgirtina Sahra Wagenknecht (BSW) di bin benda ji sedî pênc de man û nikaribûn bikevin parlamentoyê. Partiya Çep di vê hilbijartinê de dengen xwe zêde kirin û ji sedî 8,77 ê dengan wergirt.
Di podcasta vê heftiyê de em bi birêz Jian Omar, endamê Meclîsa Nûneran a Berlînê re li ser encam û bandora hilbijartinên giştî diaxivin. Wekî din, hin agahdariyên li ser hilbijartinên 23’ê Sibatê jî dê beşeke din a vê podcastê pêk bînin.