Parlamentera DEM Partiyê û endama şandeya İmraliyê Pervin Buldan di derbarê hevdîtina wan a digel serokkomar Erdoğan de, ku di 10’ê nîsanê de di Qesra serokkomariyê de pêk hatibû, got bi vê hevdîtinê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye, ji ber ku Erdoğan, ku heta niha dihat meraq kirin, ka çima di pêvajoya nû de ne çalak e, bi vê hevdîtinê re nîşan kiriye, ku ew di naverasta vê pêvajoya nû de ye.
Piştî banga Öcalan a 27’ê Sibatê him ji aliyê PKK’ê û him jî aliyê DEM Partiyê gilî û gazin dihatin kirin, ku dewleta Tirk gavên hewce neavêtine. Hêjayî gotinê ye, Öcalan di dawiya bangawaziya xwe de diyar kiribû, ku him çek berdan him jî fesix kirina PKK’ê enca piştî avêtina gavên huqûqî û siyasî dikare pêk were.
Herçend rewş weha ye jî, Pervin Buldan hefteya buhurî li İtalya’yê tev li konferansekê bû di wir de behsa teqwîmekê kir.
Endama şandeya İmrali’yê Pervîn buldan got, tê pêşbînî kirin, ku ev pêvajo di nav çend mehan de biqede. Anku heta dawiya meha Hezîran’ê divê ev pêvajo bi awayekî serkeftî biçe serî û ev yek him ji bo Öcalan him jî ji bo aliyê dewletê jî weha ye.
Lê belê biryar bû şandeya Dem Partiyê 18’ê mehê digel Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç rûneke û paşê dîsa seredana İmrali’yê bike lê belê ji ber rewşa tendurustiyê ya Sirri Süreyya Önder ev hevdîtin hatiye paş de avêtin.
Piştî ku Öcalan di 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû, ku çekan deyne û di encama kongreyekê de xwe belav bike, PKK’ê jî bi awayekî yek alî agirbestek ragihandibû û diyar kiribû, ku ew li benda dewleta Tirk in, ku hin gavan biavêje. Wekî mînak rê bidin, ku Öcalan bikaribe bi rasterast bi rêxistina xwe re di nav peywendiyê de be, ku artêşa Tirk jî agibestekê ragihîne. Herweha di Meclîsa Tirk de jî hin komîsyon werin avêtin.
Lê belê heta niha ev gav pêk nehatibûn. Herweha dihat meraq kirin, ka Erdoğan çima bi awayekî berbiçav di pêvajoyê de beşdar nabe û bi tenê hin daxuyaniyan piştgirî dide Bahçeli. Lê belê hevdîtina 10’ê mehê ya digel şandeya DEM partî weha hat şîrove kirin, ku Erdoğan jî niha bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bûye.
Hêjayî gotinê ye, dihat pirs kirin, gelo di navbera Erdoğan û Bahçelî de lihevnekirinek heye yan di nav dewlet û hikûmetê de nankokîyek heye di derbarê pêvajoya aştiyê de.