Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê COSMO Kurdî 11.04.2025 25:43 Min. Verfügbar bis 11.04.2030 COSMO

Download Podcast

ÇAND Û HUNER

Düsseldorf: 2. Festîvala Fîlmên Kurdî

Stand: 11.04.2025, 09:58 Uhr

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 23-27’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de bi dehan fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin.

Von Kamil Basergan

2'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê | Bildquelle: dkff

Vekirina festîvalê bi fîlma The Virgin & Child a derhêner Binevşa Bêrîvan tê kirin, ku di heman demê premîyera Almanya’yê ya vê fîlmê ye.

Di çarçoveya festîvalê de çendîn çalakiyên din ên hunerî jî hene. Di 22’ê Nîsanê de nivîskar Yavuz Ekinci ewê di pirtûkxaneya navendî ya Düsseldorf’ê beşek ji berhemên xwe bixwîne.

Hevdem di 24’ê Nîsan’ê de ewê ji bo hunermendê ji Rojava Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar), ku di encama êrîşeke ser bendava Tişrîn’ê de jiyana xwe ji dest dabû, şeva bîranînê were li dar xistin.

Di 26’ê mehê jî nivîskar Jana Seyda ewê li pirtûkxaneya BibaBuze bi xwendekarên xwe re were cem hev.