Jiyana Kurdan li Almanya. COSMO Kurdî . 07.06.2024. 27:25 Min.. Verfügbar bis 07.06.2029. COSMO.
CIVAK
Koma Jiyana Kurdî ya li Almanya'yê
Stand: 07.06.2024, 19:29 Uhr
Koma Jiyana Kurdî ya li Almanya'yê di Kanûn a 2023’an de di Bundestag’ê de ji bo piştgirîdayîna Kurdên li Almanya’yê hat damezirandin. Yek ji pêşengên vî karî jî ji partiya Keskan endamê parlamentoyê Kassem Taher Saleh e.
Von Kamil Basergan

Em vê heftê Koma Jiyana Kurdî ya li Almanya’yê ya li cem parlamentoya federal Bundestag’ê ji xwe re dikin mijar.
Ev kom di dawiya sala 2023’an de di Bundestag’ê de ji bo piştgirîdayîna Kurdên li Almanya’yê hat damezirandin. Yek ji pêşengên vî karî jî ji partiya Keskan endamê parlamentoyê Kassen Taher Saleh e.

Em jî vê heftê pê re li ser mebest û xebatên vê komê dipeyivin. Herweha çendîn agahiyên di derbarê Kurdên Almanya’yê de jî di nav podcasta me de ne.