Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de COSMO Kurdî 21.02.2025 35:47 Min. Verfügbar bis 22.02.2030 COSMO

Download Podcast

CIVAK

Pirrzimanî: Li malê û dibistanê

Stand: 21.02.2025, 14:15 Uhr

21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî emê ji Yek-Mal Akademî, bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive.

Von Celil Kaya

Das Wort "Danke" steht in vielen verschiedenen Sprachen auf schwarzem Hintergrund. | Bildquelle: WDR / picture alliance / Robert Kneschke

Di cîhana me ya îroyîn de, ku herku diçe globaltir dibe, pirrzimanî êdî taybetmendiya her civakekê ye, bi taybetî jî li welatên wekî Almanya’yê, ku mazûvaniya gelheyeke berbiçav a koçberan dike. Almanya xwedî dîrokeke dirêj a koçberiyê ye û bi taybetî jî ji bo wan koçberên ku ji salên 60’î ve ku wekî karkerên mêvan hatin, Almanya êdî ji wan re bûye malek. Herweha sê yan çar nifşên koçberan li vî welatî hatine dinyayê û welatekî din nas nakin.

Lê li Almanya’yê tevî vê mîrata mezin a koçberiyê pirrzimanî him derfetek him jî dijwariyek e. Herçend pirrzimanî xwedî potansiyeleke mezin e, ku divê were teşwîq kirin û piştgirî dayîn jî, zarokên malbatên koçberan pirr caran ji vê potansiyelê bêpar dimînin. Anku hîna jî zarokên Kurdan tên mecbûr kirin, ji xwe re zimanekî hilbijêrin yan zimanê wan ê dayîkê yan jî zimanê serdest. Û ev yek jî bandoreke neyînî dike li ser perweşîna psîkolojîk, civakî, perwerdehî û çandî ya zarokan, dibêjin pisporên vî karî.

Ji bo me Kurdan pirrzimanî, qet nebe duzimanî tiştekî asayî ye. Bi taybetî ji wan kesan, ku li welêt mezin bûne. Dema dest bi dibistanê dikin zimanekî din derdikeve pêşiya wan. Dema ku radyo û televîzyon ketin malên me bi zimanekî din bûn. Yan jî ji bapîrên me, ku ne dibistan ne jî radyo/televîzyon dîbûn, di dema leşkeriyê de zimanekî din li ser wan dihat ferz kirin. Helbet tecrûbeya gelek Kurdan e, ku di dibistanên dewletî de ji wan re dihat gotin: "Her hûn dixwazin bibin mirov divê hûn bi vî zimanî hîn bibin. Zimanê ku dê û bavê we pê dipeyivin ne tu ziman e û nikare bibe zimanê şaristaniyê." Ez bawer im gelek guhdarên me yan bixwe hatiye serê wan yan jî ji heval û hogirên xwe bihîstine, ka mamosteyan axaftina Kurdî ya li malê jî çawa qedexe dikirin û gelek zarokan jî giliya xwişk û biryarên xwe kirine, çima ku li malê bi Kurdî bersiva diya xwe dane…

Yekmal û pêşdibistana duzimanî | Bildquelle: Yekmal

Rewşa zarokên Kurdan ku li Almanya’yê mezin dibin, belkî, ewqas trajîk nebe jî, anku ji wan re nabêjin ku zimanê we zimanê wehşan e, lê dîsa jî zimanê Kurdî pirr caran nayê dîtin, yan tê paşguh kirin. Û hin caran dê û bav bixwe jî bêhemdî zimanê Kurdî paşguh dikin. Dibêjin, „Heta ku diçe Kurdî dixwîne bila zimanekî din ê wekî Îngîlîzî, Fransizî bixwîne, ku bikaribe paşê ji xwe re karekî çêtir peyda bike.“

Lê ziman ne tenê amûreke ragihandin û danûstandinê ye ew herweha amûreke çandî, dîrokî û aîdiyeta civakî ye jî. Zarokên ku bi Kurdî bipeyivin ew dikarin xwe bêhtir nêzî eslên xwe yên Kurdîtiyê, mal û civaka xwe hîs bikin. Zarok û herweha mezin jî ji ber nasnameya xwe ya nijadî pirr caran rastî cudakariyan tên, tinaz bi wan tê kirin yan ew wekî stereotyp tên dîtin. Û heger zarokek xwedî hişmendiya nasnameyî nebe û nikaribe xwe li hember wan biparêze, di taliyê de ew jî ji mîrata xwe ya Kurdî dûr dikeve. Anku dê bavên ku da ku zarokên wan di dibistanê de jêhatîbin Kurdî ji jiyana zarokên xwe kêm dikin, qencî bi zarokên xwe nakin. Ew bi tenê zarokên xwe ji bo sibêrojê bêparastin dihêlin, dibêjin pispor.