Live hören
Jetzt läuft: Bangalore girl von Joyce Muniz

CIVAK

Dersînorkirina Koçber û Penaberan

Stand: 28.03.2025, 18:45 Uhr

Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike.

Von Kamil Basergan

Ein Flugzeug der Fluggesellschaft Lufthansa, im Landeanflug auf den Flughafen Frankfurt a.M. Im Vordergrund Stacheldraht. Symbolbild zum Thema Abschiebeflug.

Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike.

Piştî ku hikûmeta Almanyayê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma, partiyên muxalefetê mijara dersînorkirina penaberan li dijî hikûmetê weke qertek bikar anîn. Vê yekê hikûmet neçar hişt ku li dijî penaberan tedbîrên tund bigire.

Sachsen, Leipzig: Polizeibeamte begleiten einen Afghanen auf dem Flughafen Leipzig-Halle in ein Charterflugzeug.

Di vê podcastê de em behsa pêvajoya dersînorkirina penaberên li Almanyayê, bi taybetî penaberên Iraqî dikin. Em bi birêz Karim Alwasiti re, şêwirmendê lihevgihandina malbatê û pejirandina penaberan a ji ber sedemên mirovî yê li Flüchtlingsrat Niedersachsen e.V. Her wiha em ligel penaberekî Kurd ê Êzîdî Rayan Faris dipeyivin, ku vê dawiyê ji bo Iraqê hatibû vegerandin. Konsulê Iraqê li Balyozxaneya Berlînê Elî Galalî derbarê dersînorkirina penaberên Iraqî ji Almanyayê agahî dide NRT-TV.