Vê dawiyê hejmara penaberên ku ji bo Iraq’ê tên dersînor kirin zêde dibin. Herweha çendîn Êzîdî jî hatibûn vegerandin. Lêkolînên NDR, WDR û SZ’ê derxist holê, ku di navbera Almanya û Iraq’ê rekeftineke koçberiyê hatiye îmze kirin lê belê hikûmeta federal vê yekê ji raya giştî vedişêre.
Ji Başûrê Kurdistan’ê rojnameger Halgord Omer behsa penaberên ku ji bo Herêma Kurdistan’ê hatine şandin bike. Herweha ji Şaredariya München’ê peywirdara xwe guncandin û dij tundrewiya rastgir Vaniessa Rashid jî vê rêkeftina nepenî dinirxîne.