Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Bernama Kurdi sonntags um 18 Uhr als Podcast 20 Uhr im Radio. Bernama Kurdî her roja yekşemê di saet 18an de podcast, di saet 20an di radyoyê de û tevahîya bernameyê jî wekî podcast dikare were guhdarî kirin.
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermend Eyşe Şan bû. Wê tevî hemû zehmetiyên malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda û xwedî li nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket.
Piştî rûxandina rejîma Sedam Husên di 21 û 22ê Mijdara îsal de yekem car serjimêrî li Iraq û Kurdistanê hat kirin. Encamên vê serjimariyê ewê çi bin?
Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê di sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin?
Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên ser Tirkiye'yê êrîşî herêmên HSD dike.
Serokê MHP'ê banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Çav lê ye, şandeyeke DEM Partiyê seredana Öcalan bike. Lê Öcalan ewê çi peyaman bibe?
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, yek ji sê jinan li seranserê cîhanê rastî tundiya fizîkî an cinsî tên. Bûyerên şîddetê li malê, li ser kar, li kolanan an di şer de rû didin.
Ji aliyekî ve serokê MHP'ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir ji aliyê din de hikûmetê qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan.
Nûçeyên sîyasî û civakî û herweha nirxandinên pispor û şarezayan li ser bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên li Almanya, Kurdistan û Cîhanê.
Bûyer, serpêhatî, kesayetî, civak, civîn û çalakîyên ji nav jîyana rojane ya Kurdistanîyên li Almanyayê.
Muzîk, sînema, wêje û wênesazîya kurd. Hevpeyvînên digel hunermendên kurdistanî yên li welêt û Almanyayê û danasîna berhenêm wan. Herweha jiyan û berhemên hunermendên nemir.
COSMO xwe ji nû ve saz dike. Lewma di Bernama Kurdî de hin guhertinên piçûk pêk tên: Ji 1ê Pûşbêra 2016 an û pê ve hûn dikarin bernameya me her roja Yekşemê ji saet 18:00 heta 19:00an li ser Înternetê wekî Livestream û ji saet 20:00 heta 21:00ê jî dubareya wê di radyoyê de li ser frekansa me ya berê guhdarî bikin.